Di kongresa Amerîkayê de wezîrê derve bersifa rexneyan da.
Wezîrê derve yê Amerîkayê Antony Blinken di dema nîqaşên li ser bûdceya wezareta derve ya Amerîkayê li kongrêsa vê welatî de, bersifa wan rexneyan da ku li ser Tirkiyeyê ji hikûmeta Amerîkayê tên giritn.
Blinken got: Hikûmeta Amerîkayê li gel Tirkiyeyê di gelek waran de xwedan nakokiye, ne tenê di warê siyasî belku di warê mafên mirovan, azadî û demokrasî de nakokiyên cidî di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de hene, Amerîka hertim li ser wan mijaran rexneyên tund li Tirkiyeyê girtiye.
Antony Blinken herwiha diyar kirk u Tirkiye ne tenê di warê sîstema berevaniya mûşekî ya S400 de bekku di warê Lîbya, Yûnan, Rojhilatê Behra Spî, Sûriye, Qibiris û çend mijarên din de ji derveya pîvanên NATO tev digere û siyasetek beruvajî siyaseta NATO cîhbicîh dike û weke hevpeyman û endameke NATO tev nagere û ev yek jî bûye cîhê dilgiraniya Amerîkayê û di hevdîtina navbera Serokê Amerîkayê Jeo Biden û Serokkomar Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan de vê Serokê Amerîkayê bi cidî li ser wan mijaran bipeyve û helwesteke tund li hember Tirkiyeyê raber bike.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin