Wezîrê derve yê Brîtanyayê duhê serdana Îraqê kiribû.
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Îraqê de, wezîrê derve yê Brîtanyayê Dominic Raab li gel rayedarên Îraqê civiya.
Di vê derbarê de wezîrê derve yê Îraqê Dr, Fûad Husên diyar kiriye ku di civînan de li gel rayedarên Îraqê Dominic Raab behsa çend mijarên girîng kiriye û dinavbera Îraq û Brîtanyayê de rêkeftineke jihev fêmkirinê hatiye îmzekirin.
Her di heman civînan de Dominic Raab diyar kiriye ku piştîvanî û hevkariyên Brîtanyayê yên bo Îraqê berdewam dibin.
Weke tê zanîn Dominic Raab duhê serdana Bexdayê kiribû û îro jî danê sibê serdana Hewlêrê kir.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin