Dibêje îro careke din pkk pêşmergeyeke din şehîd kir.
Wezareta pêşmerge ya hikûmeta Kurdistanê daxuyaniyek weşand û ragihand ku mixabin îro danê sibê careke din çekdarên PKKê li devera Derkarê ya ser bi Zaxoyê ve êrîşî ser pêşmergeyek kirine û ev şehîd kirine. Wezaret bi tundî êrîşa ham mehkûm kiriye û ragihandiye ku kiriyarên wisa tenê xizmeta neyarên gelê Kurd û Kurdistanê dike.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de nivîsandiye: Mixabin di nava sê rojên derbasbûyî de ev cara duyeme ku pkk êrîşî ser hêzên pêşmerge dike û pêşmergeyan şehîd dike û em wan kiriyaran bi tundî mehkûm dikin jiber ku tenê xizmeta dijminên gelê Kurdistanê dikin.
Wezaretê di beşeke dinji daxuyaniya xwe de daxwaz ji hikûmeta fedralî ya Îraqê û hevpeymaniya cîhanî kiriye ku roleke ektîf bo rawestandina êrîş û destdirêjiyên pkk yên bo ser hêzên pêşmerge bilîzin.
Wezaretê diyar kiriyeku pêwîste pkk li vê yekê tê bigehîje ku bi kiriyarên han nikare ti armancek bidest bîne belku tenê zirarê dide gelê Kurd.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin