Li dijî îdareya bizor sepandî ya Kerkûkê xwepîşandan tê kirin.
Kêliyek beriya niha li bajarê Kerkûkê xwepîşandaneke mezin ya girseyî destpê kir.
Xwepîşandan li dijî nebûna xizmetgozariyan û herwiha li dijî îdareya bizorsepandî ya Kerkûkê ye.
Ev xwepîşandan ji aliyê dezgeheke medenî ya bi navê Şeqam ve hatiye organîzekirin.
Di xwepîşandanê de daxwaza pêşkêş kirina xizmetgozariyan û guhertina îdareya bizorsepandî ya Kerkûkê tê kirin.
Xwepîşandan li cem pira Xase destpêkiriye û Xwepîşander ber bi parêzgariya Kerkûkê ve dimeşin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin