Franse: Her cure destdirêjiyek bo ser pêşmerge şermezar dikin

dibêje em êrîşê mehkûm dikin û pêşmerge hevparê me ye.
کوردستان TV
100%

Konsulusxaneya Franseyê derbarê êrîşa PKKê de daxuyaniyek weşand.

Konsulusxaneya Franseyê ya li Hewlêrê li dor êrîşa PKK ya bo ser hêzên pêşmerge daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de Konsulusxaneya Franseyê bi tundî êrîşa pkk bo ser hêzên pêşmerge mehkûm kiriye û nivîsandiye; Em bi êrîşa han gelek xemgînin, pêşmerge hêzeke fermî û destûrî ya herêma Kurdistanê ye, herwiha hevpeymanê me ye di şerê dijî DIŞIê de, em êrîşa han bi tundî mehkûm dikin.

Konsulusxaneyê di dawiya daxuyaniya xwe de sersaxî daye malbetên pêşmergeyên şehîd û hêviya selametî û başbûnê jî bo birîndaran xwestiye.

Weke tê zanîn roja şemî, pkk li çiyayê Metîn êrîşî ser hêzên pêşmerge kiribû û di encam de 5 pêşmerge şehîd bibûn û 7 pêşmergeyên din jî birîndar bibûn.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.