Derbarê Heşda şebî de peyam daye hikûmetê.
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê dilgiraniya Amerîkayê ya li hember liv û tevgerên çekdarên heşda şebî li Îraqê bi taybetî êrîşa hefteya derbasbûyî ya wan çekdaran bo ser navçeya kesik ya Bexdayê gehandiye hikûmeta Îraqê.
Li gor nûçeyeke Rûsye Elyûm, balyozxaneya Amerîkayê ji hikûmeta Îraqê re gotiye ku eger hikûmeta Îraq sînorek bo çekdarên heşda şebî li Îraq diyar neke, vê Amerîka bikeve tevgerê û sînorek bo wan çekdarên ku ser bi Îranê ne diyar bike.
Weke tê zanîn hefteya derbasbûyî jiber binçav kirina Fermandarekî heşda şebî, ev çekdarên han êrîşî ser navçeya kesik ya li Bexdayê kiribûn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin