Isaac Herzog bûye 11mîn Serokê Îsraîlê.
Piştî hewldanên heyî yên li parlementoya Îsraîlê bo ava kirina hikûmeteke nû ya hevpeymanî, kesek bi navê Naftali Bennett bû Serokwezîrê nû yê Îsraîlê û bi vê awayî dawî bi Serokatiya 12 salan ya Binyamîn Netanhayu hat.
Her di heman çarçoveyê de jî parlementoya Îsraîlê keseke nû bi navê Issac Herzog weke Serokê nû yê Îsraîlê hilbijart û Serokê Amerîka Jebo Biden jî di peyameke pîrozbayî de hêviya serkeftinê ji Herzog re xwestiye û daxwaza zêdetir bihêz kirina têkiliyên navbera Îsraîl û Amerîkayê kiriye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin