Li girtîgeha bajarê Bûkanê canê xwe ji dest daye.
Navenda mafên mirovan ya Hengawê ragihand ku şeva sêşema derbabsûyî girtiyekî Kurd li girtîgeha bajarê Bûkanê jiber ku di dema xwe de nebirine nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.
Ev girtiyê Kurd xelkê gundê Nûbar ya ser bi Bûkanê ye û navê xwe Nasir Kerîmiye û temenê wî jî 25 sale.
Nav hatî rojek beriya ku canê xwe ji dest bide jiber kêşeyeke darayî ji aliyê basikekî îtlaatê bi navê agahî ve hatibû binçavkirin.
Çavkaniyeke nêz ji malbeta Nasir Kerîmî, ragihandiye ku nav hatî jiber qirîza dil canê xwe ji dest daye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin