Keştiyeke Îranî binav ket

40 sal bû xizmeta artêşa Îranê dikir.
کوردستان TV
100%

Ser bi Fermandariya hêzên deryayî bûye.

Çapemeniya Îranê belav kirk u keştiyeke ser bi Fermandariya hêzên deryayî ya Îranê bi navê Hark piştî ku li bendera Casik agir pêdikeve, bin av dibe.

Çapemeniya Îranê diyar kiriye ku jiber sedemeke nediyar agir bi keştiya Hark ber bûye û piştî zêdetir ji 20 seat hewldanan, lê agir nehatiye vemirandin û di encam de keştiya han bin av ketiye.

Rayedarên Îranê ragihandine ku tevahiya karmendên ev keştiya han yaku 40 sale xizmeta hêza deryayî ya Îranê dike bi selametî hatine rizgarkirin lê keştî bi temamî binav ketiye.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.