Şanda Kurdistanî dest bi civînên xwe dike

giftûgo li ser cîhbicîh kirina proje qanûna bûdceyê tê kirin.
کوردستان TV
100%

 

Yekem car li gel wezareta darayî ya Îraqê dicive.

Şanda danûstandinkar ya Kurdistanê yaku bi Serokatiya Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê Qubad Talebanî serdana Bexdayê kiriye, vê îro dest bi civîn û hevdîtinên xwe yên li gel aliyên têkildar yên Îraqê bike.

Di civîn û hevdîtinan de vê giftûgo li ser cîhbicîh kirina proje qanûna bûdceya fedralî ya 2021an û şandina para herêma Kurdistanê werekirin.

Yekem civîna şanda danûstandinkar ya Kurdistanê li gel wezareta darayî ya Îraqê dibe ku vê nîveroya îro were lidarxistin.

Weke tê zanîn di dawiya sala derbasbûyî de hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta Îraqê li ser proje bûdceya fedralî ya sala 2021an û para Kurdistanê lihevkiribûn lê heta niha Bexda dest bi cîhbicîh kirina rêkeftina han û şandina para herêma Kurdistanê nekiriye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.