Du çekdarên heşda şebî hatin kuştin

dest bi ser tirimbîleke bombekirî de jî hatiye girtin.
کوردستان TV
100%

Li Diyalayê DIŞI êrîşî ser wan kiriye.

Li gor çavkaniyên Îraqî duhê direngiya şevê hijmareke terorîstên DIŞIê hewl dane daku êrîşî ser Qaneqînê ya li Bakûrê Parêzgeha Diyalayê bikin, lê hêzên lîwaya 23 ya ser bi heşda şebî bersifa wan dane û pevçûn di navbera her du aliyan de qewmiye.

Di encama pevçûna han de du çekdarên heşda şebî hatine kuştin û çekdarek jî birîndar bûye.

Ji aliyeke din ve hate zanîn ku li qezaya Hît ya li Enbarê hêzên artêşa Îraqê karîne dest deyinên ser tirimbîleke bombekirî ku pilan dihat kirin bi karwaneke leşkerî ya artêşa Îraqê re were teqandin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.