Dibêje boykot kirina hilbijartinan zirarê dide Îraqê.
Îro Serokê tevgera Hikmeya nîştimanî ya Îraqê Emar Hekîm ragihand ku nabe aliyên siyasî û welatiyên Îraqê boykota hilbijartinên Îraqê bikin.
Emar Hekîm herwiha diyar kiriye ku boykot kirina hilbijartinên Îraqê, vê zirareke mezin bide Îraqê û rewşa Îraqê aloztir bike.
Nav hatî daxwaz ji sazî û aliyên navnetewî kiriye daku hana aliyên siyasî û welatiyên Îraqê bidin ku beşdarî di hilbijartinên Îraqê de bikin.
Hekîm tekez li ser vê yekê kiriye ku beşdarî kirin di hilbijartinan de erkeke nîştimaniye û boykot kirin jî xwe dizîne ji cîhbicîh kirina erkê nîştimanî û zirarê dide welat.
Biryare di meha 10an ya 2021an de hilbijartinên pêşwext li Îraqê werin kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin