Di nava 3 rojan de 11 kes hatine girtin

tevahiya girtiyan jiber bûyerên kuştinê hatine girtin.
کوردستان TV
100%

 

Bi hinceta kuştina kesên din hatine girtin.

Peyvdarê birêveberatiya Polîs ya Hewlêrê Hogir Ezîz îro şemî ragihand ku roja 26ê Gulanê li taxa Jiyan ya Hewlêrê kesek hate kuştin û hêzên polîs jî heman roj karîne 4 kes jiber bûyera han binçav bikin.

Hogir Ezîz herwiha diyar kiriye ku roja 27ê Gulanê jî li taxa Zîn ya li Dareto ya ser bi Hewlêrê keseke din hatiye kuştin û heman roj polîs bikuj girtiye û dest jî daniye ser çekên wî.

Herwiha di rojê 28ê Gulanê de jî çend kesên din yên jiber kuştina kesên din hatine girtin û yek ji wan girtiyan, bikujê kesekê ye û piştî kuştinê xwestiye bireve biçe Tirkiyeyê li ji aliyê hêzên polîs ve hatiye girtin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.