Serokwezîr li gel şandeke hevpeymaniya cîhanî civiya

dibêje lazime fakterên serhildana terorê werin ji navbirin.
کوردستان TV
100%

Hevpeymaniya cîhanî berdewam dibe li ser hevkarî kirina hêzên pêşmerge.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Cîgirê Fermandarê giştî yê hêzên hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê civiya û piştî bi dawî hatina civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand:

Îro pênşem 27ê Gulana 2021an me pêşwaziya Cîgirê Fermandarê giştî yê hêzên hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê Jeneral Richard Bell kir.

Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî jî têde beşdar bû, guhertinên dawî û pêşhatên Îraq û Sûriyeyê hatin nirxandin.

Cîgirê Fermandarê giştî yê hêzên hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê Richard Bell rixmî ku stayîşa qehremanî û qurbanî dana hêzên pêşmerge kir,  reformên hikûmeta herêma Kurdistanê bi taybetî yên di nava wezareta pêşmerge de bi girîng nirxand.

Richard Bell di berdewamiya axaftinên xwe de tekez li ser girîngiya berdewam kirina hevkarî û piştîvanî kirina hêzên pêşmerge û hemahengiya ewlekarî ya li gel artêşa Îraqê bo rûbirû bûna gefên terorîstên DIŞIê kir. Her di vê warî de ektîf kirina navendên hemahengiya ewlekarî ya hevbeş li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya herêmê jî bi pêngaveke erênî hate wesifkirin.

Di berdewamiya civînê de me jî spasiya piştîvanî û hevkariyên hêzên hevpeymanan kir û ev yek jî me diyar kir ku bo têk birina DIŞI û terorê bi giştî lazime sedem û fakterên ku bûna sedema serhildana terorê werin jinavbirin.

Me herwiha balkşande ser girîngiya pejrandina proje qanûna dadgeha tawanan ya taybet bi tawanên DIŞIê yaku ji aliyê civata wezîran ya herêma Kurdistanê ve hatiye pejrandin û hêviya vê yekê xwest ku bibe pêngavek bo ceza kirina terorîstên DIŞIê û dabîn kirina dadmendiyê û qerebû kirina qurbaniyan.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.