6 leşkerên Ermenistanê hatine girtin.
Wezareta berevanî ya Azerbayicanê ragihand ku îro danê sibê, li navçeya Kelbecer hêzên Azerbayicanê karîne 6 leşkerên Ermenistanê yên ku li deverê bûne binçav bikin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ev karwanên leşkerî yên ku ji aliyê Ermenistanê ve bo deverê hatine şandin hatine astengkirin û negehêştine cîhê ku dixwestin biçin.
Duhê jî Serokwezîrê Ermenistanê di gotareke xwe de yaku li parlementoyê pêşkêş kiribû ragihand ku heta leşkerên Azerî ji axa wan dernekevin vê beşdarî di komîteya diyar kirina sînoran de nekin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin