Morîtanya dixwaze têkiliyên xwe li gel Kurdistanê baş bihêz bike.
Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Morîtanyayê yê li Îraqê Sîdatî Weled El Şêx Weled Ehmed Eyşe kir ku bo xatir xwestin ji rayedarên Kurdistanê serdana Kurdistanê kiriye.
Di civînê de Nêçîrvan Barzanî hêviya serkeftinê bo nav hatî di pîwerdariya xwe ya nû de xwest û spasiya hewldanên wî yên bo pêşde birina têkiliyên navbera Îraq û Morîtanyayê kir.
Di berdewamiya civînê de balyozê Morîtanya spasiya Nêçîrvan Barzanî kir û hêviya vê yekê xwest ku têkiliyên navbera Kurdistan, Îraq û Morîtanyayê di her warî de bihêztir bibin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin