Li Kanî Masê welatiyek birîndar bû

gundê edenê hat bordiman kirin û şênî jî gund vala kirin.
تۆپبارانی توركیا
کوردستان TV
100%

 

Di encama bordimana Tirkiyeyê de birîndar bûye.

Berpirsê navçeya Kanî Masê Serbest Sebirî ji Kurdistantv re ragihand ku îro di encama bordimana deverê ji aliyê balefirên şer yên Tirkiyeyê ve, welatiyekî medenî birîndar bûne.

Rewşa welatiyê han yê ku navê wî Bawer Ehmede başe û li nexweşxaneyê hatiye dermankirin.

Sebirî herwiha diyar kir ku jiber tirsê şer û pevçûnan û bordiman û topbaranên heyî yên li deverê de şêniyên deverê neçarin ji cîhên xwe bar bikin.

Nav hatî herwiha diyar kiriye ku îro jiber hebûna gerîlayên pkk gundê edenê hatiye bordimankirin û şêniyên gundê jî gund vala kirine.

N: E.  G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.