HRE`yê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li hemberî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rêzeçalakî li dar xistine û da zanîn ku di van çalakiyan de 4 çete û leşkerek hatine kuştin û 3 çete û 2 leşker jî birîndar bûne.
Hêzên Rizgariya Efrînê di derbarê rêzeçalakiyên ku di navbera 17 û 24`ê Gulanê de li dar xistina daxuyaniyek da raya giştî:
Daxuyanî HRE`yê wiha ye:
"Hêzên me di navbera 17 û 24`ê Gulanê de li hemberî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rêzeçalakiyên bibandor hatin lidarxistin.
Di roja 17`ê Gulanê de, li gundê Hecîka ya navçeya Reco, di encama çalakiyeke sabotajê de 2 çete hatin kuştin, 2 çete jî brîndar bûn. Her wiha erebeyek hate derbkirin.
Di roja 18`ê Gulanê de, li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê, di encama çalakiyeke sekvaniyê de, çeteyek birîndar bû.
Di roja 19`ê Gulanê de, li Cerablûsê, li hember dagirkeran çalakiyek sabotajê hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de hêjmara kuştî û brîndarên dijmin nehatin zelalkirin.
Di roja 24`ê Gulanê de, li nêzî gundê Keferxweşê ya Ezazê, di encama çalakiyeke sekvaniyê de 2 çete hatin kuştin. Di heman rojê de, li gundê Kil Cibrîn yê Ezazê li hember baregeheke dagirkeran çalakiyek bi dronê hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.
Di wan çalakiyan de bi giştî 4 çete û leşkerek hatin kuştin, 3 çete û 2 leşker jî birîndar bûn.
Ji anhayê hatiye wergirtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin