Her hefte carek karwanek digehêje Îraqê.
Wezareta tendirostî ya Îraqê ragihand ku di çarçoveya hewldanên hikûmetê yên bo dabîn kirina vaksînên dijî Koronayê, duhê yekşem karwaneke din ji vaksîna Pfizer gehêştiye Îraqê.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostiya Îraqê her hefte rojên yekşemî, karwaneke vaksîna dijî Koronayê digehêje Îraqê û pişt re jî li ser parêzgehên Îraqê tên dabeşkirin.
Li gor amarên wezareta tendirostî ya Îraqê heta niha bi tenê ji sedî 2 ji şêniyên Îraqê vaksîn wer girtine.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin