Di nava mehekê de li Rojhilatê Kurdistanê întîhar kirine.
Navenda mafên mirovan ya Hengawê belav kir ku, di nava mehekê de li bajarên curbicur yên Rojhilatê Kurdistanê de 29 welatiyên Kurd jiber sedemên curbicur dawî bi jiyana xwe anîne.
Hengawê diyar kiriye ku, 14 ji wan kesan jin û 15 din jî zilamin.
Temena 3 ji wan ku du keç û xortekin di bin 18 salan deye.
16 ji wan întîharan li Urmiyeyê û 8 ji wan întîharan jî li parêzgeha Sineyê çê bûne.
17 kes ji ber kêşeyên malbetî întîhar kirine ku 12 jin û 5 zilamin.
Jiber hejarî û bêkarî 4 kes xwe kuştine ku zilamin.
Jiber sedemên nediyar 7 kes întîhar kirine ku jinek û 6 zilamin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin