Mesrûr Barzanî: Ev proje dibe pêngaveke girîng bo parastina ewlekariya xwerakê

6 miliyar dînar jî bo nûjen kirin û berfire kirina keskatiyê li Silêmanî tê serifkirin.
کوردستان TV
100%

 

Îro kevira bingehîn ya projeya sayiloya Silêmanî danî.

Îro li Silêmanî, Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi beşdariya her yek ji Cîgirê Serokwezîr, wezîra çandiniyê û berpirsê holding Qeywanê, kevira bingehîn ya projeya sayiloya Silêmanî danî.

Di merasîma han de Serokwezîr gotarek pêşkêş kir û balkêşande ser girîngiya projeya han.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di destpêka gotara xwe de kêfxweşiya xwe ya li hember amadebûna xwe di merasimê de û vekirina projeya han ya li Silêmanî diyar kir û ragihand ku vekirina vê projeya han ya steratejîk nîşaneya vê yekê ye ku hikûmeta herêma Kurdistanê berdewame li ser cîhbicîh kirina soz û projeyên xwe yên bo awedan kirina Kurdistanê.

Mesrûr Barzanî hêviya vê yekê dike ku vekirina projeya han vê gerentiyê bide Cotkarên hêja yên Silêmanî û xelkê Kurdistanê ku xema berhemên xwe û firotina berhemên xwe nexwin û nebêjin ka gelo em çi ji wan berheman bikin.

Ev projeya han netenê dikare tevahiya berhemên Cotkaran werbigire û wan bike xwerak û pêdiviyên din yên Kurdistanê, belku gerentiya vê yekê jî dide xelkê Kurdistanê ku asayîşa xwerakê tê parastin.

Mesrûr Barzanî di berdewamiya gotara xwe de got: Projeyên bi vê rengî vê li seraserê Kurdistanê werin cîhbicîhkirin û em dixwazên gelek projeyên din yên steratejîkî li deverên curbicur yên Kurdistanê de bo avedan kirina jêrxaneke bihêz ya abûrî, cîhbicîh bikin û çavkaniya dahatê jî pir reng bikin.

Barzanî herwiha eşkere kir ku, kerta çandiniyê dikare roleke girîng bo bihêztir kirina jêrxana abûriya Kurdistanê bilîze û çavkaniya dahatê jî pirreng bike, bi pere pêdana kerta çandiniyê gelek karên din jî der dikevin û di encam de kerta pîşesazî ber bi pêşde diçe û bi awayeke raste rast û ne raste rast gelek derfetên karî jî bo xelkê Kurdistanê tên afirandin.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di dawiya gotara xwe de jî ragihand ku biryar daye daku 6 miliyar dînar bo nûjen kirin û berfire kirina keskatiyê li Silêmanî were serifkirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.