NY: Lazime hêzên biyanî ji Lîbyayê werin derxistin

dibêje hebûna wan çekdaran zirarên didin Efrîqayê.
کوردستان TV
100%

 

Dibêje hebûna wan hêzan zirarê dide bakûrê Efrîqayê.

Nunerê taybetî yê Netewên Yekgirtî yê bo karûbarên Lîbyayê Jan Kubis ragihand ku hebûna leşker û hêzên çekdar yên biyanî li Lîbyayê zirarê mezin didin Lîbyayê û prosesa siyasî ya li Lîbyayê.

Jan Kubis daxwaz kiriye ku bo aram kirina rewşa Lîbyayê û baş birêve çûna prosesa siyasî ya li vê welatî lazime tevahiya hêzên çekdar û çekdarên biyanî yên bipere ku bo Lîbyayê hatine şandin bilez ji Lîbyayê werin vekêşandin.

Nunerê NY yê bo karûbarên Lîbyayê tekez li ser vê yekê kiriye ku hebûna wan hêzan li lîbyayê, zirareke gelek mezin bidin Bakûrê Efrîqayê û di pêşerojê de vê bibin metirsiyeke mezin li ser Bakûrê Efrîqayê.

Weke tê zanîn bi fermî tenê artêşa Tirkiye û cîhadiyên Sûriyeyê yên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine şandin li Lîbyayê hebûna wan hatiye îsbatkirin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.