5 çekdarên rejîma Îranê hatine kuştin

sê ji kuştiyên rejîmê endamên îtlaatê ne.
کوردستان TV
100%

Hizba demokrata Kurdistanê dibêje ji aliyê pêşmergeyên me ve hatine kuştin.

Dezgeha fermandariya hêzên pêşmerge ya ser bi hizba demorkata Kurdistanê daxuyaniyek weşandiye û têde diyar kiriye ku du endamên wan şehîd bûne.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku di encama pevçûnekê de ku li ser rêya navbera Mehabad û Bûkanê de di navbera pêşmergeyên me û çekdarên rejîma Îranê de qewmiye, du pêşmergeyên me şehîd bûne û 5 çekadarên rejîma Îranê jî  hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku sê ji kuştiyên rejîmê endamên îtlaatê bûne û duyên din jî endamên spaha pasdaran bûne.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.