Serokwezîr li gel nunera NY li Îraqê civiya

behsa rola NY bo çareser kirina kêşeyan kir.
کوردستان TV
100%

Behsa rewşa Îraqê kirin.

Îro pêncşem Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel nunera taybetî ya Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî li Îraqê civiya û piştî civînê jî li ser hesabê xwe yê fermî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro pêncşem 20 Gulana 2021an me pêşwaziya nunera taybetî ya Sekrterê giştî yê Netewên Yekgitî li Îraqê Jeanine Antoinette Plasschaert kir.

Di civînê de me behsa rewşa Îraqê bi giştî û têkiliyên navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta fedralî kir û tekez li ser çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser esasê destûrê kir.

Her di heman civînê de me nîqaş li ser rola erênî ya NY ya bo çareser kirina kêşeyên heyî, hilbijartinên pêş yên Îraqê û rûbirû bûna gefên terorîstên DIŞIê kir.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.