Hemas jî dibêje vê di nava du rojan de agirbest were ragihandin.
Di çarçoveya aloziyên navbera Îsraîl û Hemasê de rixmî hewldanên heyî yên bo ragihandina agirbestê, îro Serokwezîrê Îsraîlê Binyamên Netanyahu ragihand ku Îsraîl li ser domandina operasiyonên xwe yên li dijî çekdarên Hemasê bi îsrare.
Ji aliyeke din ve Hemas jî ragihandiye ku vê d nava du heta sê rojan de vê agirbest were ragihandin.
Herwiha biryare îşev wezîrê derve yê Almanyayê serdana Îsraîlê bike û li gel Felestîniyan û Îsraîliyan bicive.
Weke tê zanîn di encama êrîş û pevçûnên ku di navbera her du aliyan de qewmîne heta niha nêzî 220 kesan ji her du aliyan hatine kuştin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin