Di sala 1962an de bûye pêşmerge.
Îro 20 Gulana sala 2021an, 59 sal biser pêşmerge bûna Serok Barzanî re derbas dibe.
Serok Barzanî ku di 16ê Tebaxa sala 1946an de li Mehabadê ya li Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye, heta dawiya komara Kurdistanê ya li Mehabadê, liwir dimîne pişt re li gel malbetên din vedigere Başûrê Kurdistanê û heta şoreşa 14ê Temûza 1958an li gel malbeta xwe çendîn caran rastî girtin û veguhastin tê.
Di 11ê Îlona 1961an de şoreşa mezinya Îlonê destpê dike, dev ji xwendinê berdide û vedigere herêma Barzanê. Di şerên dijwar yên weke şerê sergirê ya Akrê, şerên 63, 64 , 65an de beşdar bûyeû yek bûye ji wan pêşmergeyên jêhatî.
Di kongreya 8an ya PDKê yaku di temûza sala 1970an de hatiye lidarxistin weke endamê komîteya navendî ya PDKê tê hilbijartin.
Sala 1974an jî weke berbijêrê endamê mekteb siyasiya PDKê tê hilbijartin. Di meha Nîsana 1975an de li bajarê Nexede ya li Rojhilatê Kurdistanê erkê organîzekirina komîteya Serkirdatiyê jê re tê dayîn.
Di sala 1979an de di kongreya 9an ya PDKê de bi piraniya dengan weke Serokê PDKê tê hilbijartin.
Serok Barzanî ji bilî erk û pîwerdariyên siyasî hevdem di warê leşkerî de jî Fermandarekî xwedan ezmûn ya hêzên pêşmerge bûye û Fermandartiya dehan çalakiyên mezin yên leşkerî li dijî rejîma Îraqê kiriye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin