Li kampa Holê ya malbatên DAIŞê de 2 jinên Iraqî hatin kuştin.
Li gor nûçeyek basnews Çavkaniyên nêzîkî HSDê ragihandiye, di nav du rojên borî de du jinên Iraqî, ku her du xûşkên hev in, li nav kampa Holê ya li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê hatine kuştin.
Li gorî agahiyan, navê yekê Ala Etiye Ehmed (31 salî) û navê ya din jî Rexd Etiye Ehmed (32 salî) ye.
Hefteya borî jî jineka Iraqî bi navê Menal Xelîl Îbrahîm (26 salî) hatibû kuştin.
Kampa Holê di bin kontrola HSDê û çavdêriya Amerîka de ye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin