Îro danê sibê li Zanîngeha Kurdistanê ya li Hewlêrê konferansek hate organîzekirin.
Di konferansa han de yaku bi navê yekrêziya siyasî bo destûra bingehîn hatiye organîzekirin, ji bilî Serokê herêmê û Serokwezîrê Kurdistanê, rayedar û nunerên 6 partiyên siyasî yên sereke yên Kurdistanê û çend pspor û çend kesên din jî beşdar bûn.
Di konferansê de nîqaş li ser hewldanên heyî yên bo yekrêziya part û aliyên siyasî yên Kurdistanê bo amade kirina destûra bingehîn ya Kurdistanê hate kirin û aliyên siyasî tekez li ser girîngiya yekrêziya siyasî ya aliyên siyasî û amade kirina destûra bingehîn ya Kurdistanê kirin.
Her di heman konferansê de nunera NY ya li Îraqê û nunerên pêkhateyên olî û etnîkî yên Kurdistanê jî beşdarin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin