Dibêje hemahengiya xwe li gel hêzên pêşmerge zêdetir dikin.
Peyvdarê Fermandariya giştî ya operasiyonên hevbeş yên hêzên Îraqê Tehsîn Xefacî ragihand ku danûstandinên navbera artêşa Îraqê û hêzên pêşmerge bo damezrandina navendên hemahengiya hevbeş berdewamin û heta niha jî di vê warî de gelek pêngavên baş hatine avêtin.
Tehsîn Xefacî herwiha diyar kiriye ku hewldanên her du aliyan bo dagirtina valatiya ewlekarî yaku li hin deveran de heye û terorîstên DIŞIê fêde ji distînin berdewamin û di çarçoveya wan pêngavan de vê çend navendên hevbeş têne damezrandin û valatiya heyî bi hevbeşî tê dagirtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin