NY: Danûstandinên bo rawestandina pevçûnên Îsraîl û Filistînê didiomin

daxwaza rawestandina êrîşan tê kirin.
کوردستان TV
100%

Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di hefteyekê de cara sêyan ser girjiya Îsraîl û Filistînê kom bû. Hin endamên civatê di asta wezîrê derve de beşdarî civîna online bûn.

Sekreterê Giştî yê NY’ê Antoni Guterres di civînê de banga rawestandina tundûtûjiyê û qedandina pevçûnan kir. Guterres dîyar kir ku danûstandinên bo agirbestê jî didomin.

Guterres got: Ew êrîş divê demûdest rawestin. Mirina sîvîlan, zarokan min şok dikin. Ez bo mirinên ji her du alîyan jî xeman dixwim.

Wî da zanîn ku divê her du jî li gor hiqûqa navneteweyî tevbigerin û dîyar kir danûstandinên ser du dewletên ku paytexta wan Orşelîm e bidomin.

Nûnerê Taybet yê Peyvajoya Aştiyê yê Rojhilata Navîn yê NY’ê Tor Wennesland ser agahiyên dawî yên ji herêmê axifî.

Wennesland da zanîn ku girjîya di navbera Îsraîl û komên çekdar yên Filistînê de gur dibin û dîyar kir ku heta niha 181 Filistînî, 9 Îsraîlî hatine kuştin û 1200 kesên din jî birîndar bûne.

Wî got ku heta niha 34,000 kesan ji cîhên xwe bar kirine, û bi operasyonên leşkerî 40 dibistan, 7 kompanî û kêmî ve 4 nexweşxaneyan zarar dîtine.

Nûnerê NY’ê diyar kir ku bo pevçûn rawestin ew danûstandinên bi her du aliyan re jî didomînin.

Ji dengê amerîkayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.