Govareke Amerîkî raportek li ser mijarê belav kiriye.
Govara News Week ya Amerîkî raportek derbarê rewşa Îranê de nivîsnadiye. Di raportê de hatiye nivîsandin ku di demekê de ku hin alî û derdor li Amerîkayê daxwaz ji îdareya Biden dikin daku dorpêçên li ser Îranê hilweşîne, li Îranê jî xelk daxwaz ji îdareya Biden dikin ku zextên xwe yên li dijî rejîma Îranê zêdetir bike.
Di berdewamiya raportê de hatiye diyarkirin ku xelkê Îranê daxwaz ji Amerîkayê dikin daku zextên xwe yên li ser rejîma Îranê biştîne daku rejîma Îranê were hilweşandin û demokrasî li Îranê were bicîhkirin.
Di beşeke din ya raportê de xelkê Îranê diyar kiriye ku dema îdareya Serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama de ku dorpêçên ser Îranê hatibûn hilweşandin, xelkê Îranê fêde ji yek dolar wernegirtiye û Îran ji biryara Obama bo hevkarî kirina komên çekdar li welatên din fêde wergirtiye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin