Bankaya xwînê daxwaza alîkariyê ji xelkê dike

pêdiviya bilez bi cureya +o heye.
کوردستان TV
100%

Dibêje jiyana xelkê rizgar bikin.

Bankaya xwînê ya li Hewlêrê îro sêşem daxuyaniyek weşand û daxwaz ji welatiyan kir daku bi bexşîna xwîna xwe jiyana xelkê din rizgar bikin.

Di daxuyaniya bankaya xwînê de hetiye nivîsandin ku jiber nemana hevsengiyê bilez pêdiviya wan bi xwîna cureya +o heye û daxwaz ji dilxwazan kiriye daku serî li bankeya xwînê ya li Hewlêrê bidin û bi bexşîna xwînê, jiyana xelkê din jî rizgar bikin.

Di daxuyaniyê de herwiha hatiye diyarkirin ku kesên birojû jî dikarin piştî fitarê bi liberçav girtina rêkarên tendirostî serî li bankê bidin û xwîn bibexşin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.