Dibêje teror kirina rêbazeke tirsinokaneye.
Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir li ser hesabê xwe yê twitterê peyamek derbarê rewşa Îraqê de weşandiye.
Muqteda Sedir nivîsandiye: Ew kesên ku serî li teror û teror kirinê didin zirarê didin Îraqê, ewlekariya nîştimanî û selametiya Îraqê û ev rêbaza han rêbazeke tirsinokaneye.
Sedir di beşeke din ji peyama xwe de daxwaz ji hikûmeta Îraqê kiriye ku gavên bilez bavêje û kesên ku kiriyarên han yên terorîstî dikin binçav û radestî dadgehan bike û dibêje: Ew kesên han zirarê didin Îraq û gelê Îraqê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin