Gundeke din hate vala kirin

heta niha bi giştî 16 gund di wan rojên dawî de hatine valakirin.
کوردستان TV
100%

 

Jiber şerê PKK û artêşa Tirkiyeyê hatiye valakirin.

Li gor zaniyariyên di destê Kurdistantv de duhê gundeke din li devera Berwariya Bala jiber şerê navbera gerîlayên pkk û artêşa Tirkiyeyê de hatiye valakirin.

Rêvebirê nahiyeya Kanî Masî Serbest Sebirî ji Kurdistantv re ragihand ku jiber şer û pevçûnên navbera PKK û artêşa Tirkiyeyê gundê Çilka Nisara ya li quntarên Kêste hatiye valakirin.

Sebirî herwiha diyar kiriye ku piştî vala kirina gundê Kêste ya li quntarê Kêste, ev 14mîn gunde ku jiber şer û pevçûnên heyî yên li deverê tê valakirin.

Nav hatî ev yek eşkere kiriye ku jiber şer, êrîş û pevçûnên zirarên gelek mezin yên madî ber gundên deverê ketine.

Weke tê zanîn di 23 Nîsanê de artêşa Tirkiyeyê li Avaşîn, Zap û Metînan dest bi operasiyonên leşkerî li dijî PKKê kiriye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.