Korona hîn jî metirsiye bo ser cîhanê

Amerîka, Hindistan û Brazîlya di rêza yekem dene.
کوردستان TV
100%

 

Heta niha 155 miliyon kes bi Koronayê ketine.

Li gor raporta dawî ya zanîngeha Johns Hopkinsê yaku derbarê Koronayê de hatiye belavkirin, hîn jî li seraserê cîhanê Korona metirsiyeke mezine bo ser selametî û tendirostiya xelkê.

Zanîngehê di raporta xwe de diyar kiriye ku niha li cîhanî 154 miliyon û 634 hezar û 876 kes bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya pêketiyan li Amerîka, Hindistan û Brazîlyayê ye.

Zanîngehê herwiha ev yek diyar kiriye ku li serserê cîhanî heta niha 3 miliyon û 232 hezar û 776 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.