Ji aliyê wezareta tendirostî ve li Hewlêrê hatine daxistin.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê ragihand ku di çarçoveya hewldanên tîmên têkildar yên ser bi wezaretê yên bo çavdêrî kirina bazarê de, 7 kompaniyên taybet bi dermanan hatine daxistin.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di dema çavdêrî kirina kompanî û bazara dermanan de ji aliyê tîmên taybet yên tendirostî ve, derketiye ku li bajarê Hewlêrê 7 kompaniyên taybet bi dermanê, kemterxemî kirine û pêbendî şîretan nebûne jiber vê yekê ji aliyê tîmên taybet bi wezareta tendirostî ve hatine daxistin.
Wezaretê tekez li ser vê yekê kiriye ku berdewam dibin li ser çavdêrî kirina bazarê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin