Naveroka civîna civata wezîran

civata wezîran proje qanûnek pejrand.
کوردستان TV
100%

 

Proje qanûnek taybet bi kompaniyên ewlekarî hate pejrandin.

Îro civata wezîran bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civîna xwe ya heftane lidarxist û piştî bi dawî hatina civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro çarşem 5ê Gulana 2021an me gerînendetiya civîna heftane ya civata wezîran kir.

Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr jî têde beşdar bû, yekem car bernivîsa projeya steratejiya nîştimanî bo rûbirû bûna gendeliyê li herêma Kurdistanê ji aliyê Serokê komîteya destpakiyê ya herêma Kurdistanê ve hate pêşkêşkirin.

Di civînê de tekez li ser rûbirû bûn û nehêştina gendeliyê û çarçûr kirina samanên giştî hate kirin ku beşeke girîng ji karnameya kabîneya 9an ya hikûmeta herêma Kurdistanê ye.

Di beşea dudiyan ya civînê de wezîrê pilandanîn Dara Reşîd raportek derbarê dahat û xerciyên hikûmeta herêmê û sazmandehî kirina wan di çarçoveya proje qanûna bûdceya 2021an de pêşkêş kir.

Di berdewamiya civînê de giftûgo li ser amadekariyên dawî yên bernivîsa proje bûdceyê hate kirin ku biryare di civînên pêş yên civata wezîran de, proje bikeve qonaxa qebûlkirinê ji aliyê civata wezîran daku bo parlementoya Kurdistanê were şandin.

Di rojeva sêyem ya civînê de proje qanûna ( kompaniyên ewlekarî yên taybet li herêma Kurdistanê) hate pejrandin.

Di dawiya civînê de jî wezîrê herêmê bo karûbarên pêkhateyan raporta taybet li ser rewşa pêkhateyan û çalakiyên wezareta herêmê bo karûbarên pêkhateyan hate pêşkêşkirin.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.