Serokwezîr gerînendetiya civînek taybet bi rûbirû bûna tudûtîjiya dijî jinan kir.

daxwazek jî pêşkêşî ragehandinê hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

 

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî gerînendetiya civîneke taybet bi rûbirû bûna tundûtîjiya dijî jinan kir û piştî bi dawî hatina civînê jî li ser hesaba xwe ya fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro çarşem 5ê Gulana 2021an me gerînendetiya civînek kir ku taybet bû bi rûbirû bûna tundûtîjî dijî jinan.

Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û hijmareke ji wezîrên têkildar têde beşdar bûn, rixmî diyar kirina dilgiraniya me li hember bûyerên tundûtîjî dijî jinan û tunûdîtjiya nava malbetan bi giştî, me giftûgo derbarê rêkarên rûbirû bûn û sînordar danîn bo ev tevgera negoncaw kir.

Di civînê de pêbendiya xwe bi parastina mafên jinan û rûbirû bûna tundûtîjî bi giştî û bi taybetî tundûtîjî dijî jinan bi rêya bihêztir kirina pêgeha jinan di nava hikûmet û civakê de û dabîn kirina derfetên karî û cîhbicîh kirina qanûn û zagonan û bihêztir kirin û ektîftir kirina rola dadgehan û binçav kirin û ceza kirina ev Tawanbaran ku tundûtîjiyê dikin, diyar kir.

Di beşeke dinya civînê de hin biryar û pêşniyar bo sînor danîn bo tundûtîjî dijî jinan hatin nirxandin.

Di vê warî de daxwaz ji dezgehên ragihandinê dikin ku hevkar bin û rola xwe ya girîng bo rûbirû bûna tundûtîjî  û pere pêdana huşiyariya civakî, bilîzin û nebin fakterek bo handana tundûtîjî û zêdetir bûna tevgerên civakî yên negoncaw.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.