Ji aliyê du berpirsên şîe ve hatiye damezrandin.
Di çarçoveya amadekariyên part û aliyên siyasî yên Îraqê de bo hilbijartinên pêş yên Îraqê, îro li Îraqê du aliyên şîe yekem hevpeymaniya xwe ava kirin.
Îtîlafa Nesir bi Serokatiya Serokwezîrê berê yê Îraqê Heyder Ebadî û hevpeymaniya hêzên dewlet bi Serokatiya Emar Hekîm, ragihandin ku bo beşdarî kirin di hilbijartinan de hevpeymaniyeke nû bi navê hevpeymaniya hêzên dewleta nîştimanî ava kirine.
Weke tê zanîn di maha 10 ya sala 2021an de vê li Îraqê hilbijartinên pêşwext werin kirin û partiya demokrata Kurdistanê jî bi tenê beşdarî di hilbijartinan de dike.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin