Cemal Emînkî: Ji Xaneqîn heta Rojavayê Dîcleyê valatiya ewlekarî heye

dibêje lazime bilez rêkeftinên heyî werin cîhbicîhkirin.
کوردستان TV
100%


Derbarê êrîşa DIŞIê de daxuyanî daye.
Spasalarê pêşmerge Cemal Emînkî derbarê êrîşên terorîstên DIŞIê de daxyanî da Kurdistantv û ragihand ku terorîstên DIŞIê fêde ji valatiya ewlekarî distînin ku di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê de heye û bi vê rengî karîne xwe dubare organîze bikin û liv û tevgerên xwe zêdetir bikin û êrîşên xwe yên terorîstî jî pêşde bibin.
Cemal Emînkî herwiha diyar kiriye ku ji Xaneqîn heta digehêje Rojavayê Dîcleyê di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê de valatiyeke gelek mezin û zêde ya ewlekarî heye, terorîstên DIŞIê gelek fêde ji vê yekê werdigirin.
Nav hatî eşkere kiriye ku heta niha bi dehan car Kurdistan daxwaz ji hikûmeta fedralî kiriye ku ev valatiya ewlekarî dagire, lê heta niha hikûmeta Îraqê ti gavek neavêtiye û hêzên leşkerî yên Îraqê jî nikarin ewlekariya wan deveran bibaşî biparêzin.
Emînkî tekez li ser vê yekê kir ku heta niha Kurdistan bi dehan caran ji metirsiya ku jiber hebûna valatiyê çê dibe hikûmata fedralî agehdar kiriye lê hikûmeta fedaralî guhê xwe nedaye.
Spasalarê pêşmerge herwiha anî ziman ku heta niha rêkeftin hatiye kirin ku 4 navendên hevbeş yên ewlekarî bo dagirtina valatiya han werin avakirin lê hikûmeta fedralî rêkeftinan cîhbicîh nake û heta niha tenê du navendên hevbeş hatine vekirin û lazime navendên din jî bilez werin avakirin daku ev boşatiya han nemîne.
N: E: G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.