Du ciwanên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatine girtin

jiber bilind kirina alaya Kurdistanê hatine girtin.
کوردستان TV
100%

Duhê li bajarê Urmiyeyê hatine girtin.

Navenda mafên mirovan ya Hengawê belav kiriye ku duhê, çarşem li bajarê Urmiyeyê hêzên îtlaata Îranê du ciwanên Kurd binçav kirine û bo cîheke nediyar veguhastine.

Li gor nûçeya Hengawê hêzên îtlaatê ev du ciwanên Kurd jiber bilind kirina alaya Kurdistanê girtine û bo cîheke nediyar veguhastine.

Ev her du ciwanên Kurd temena wan der dorê 16 salane û navê wan Aermîn Ehmedî û Nîma Hesenpûre.

Rixmî hewldanên kesûkarên wan heta niha kes nizane çi bi serê wan de hatiye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.