Xwestiye biçe nava navenda asayîşê de.
Peyamnêrê Kurdistantv yê li Kerkûkê ragihand ku îro danê sibê, terorîsteke DIŞIê yê ku xwe bome kiribû dixwest biçe nava navenda asayîşa Kerkûkê û xwe biteqîne.
Peyamnêrê me diyar kir ku, zirêvanên ber deriya asayîşa Kerkûkê bi wî terorîstê hesiyane û pêşî jê girtine û gule ber wî dane.
Ev terorîstên DIŞIê yê ku dîtiye nikare bikeve nava navendê, xwe li ber deriya navenda asayîşa Kerkûkê teqandiye û hatiye kuştin.
Ji bilî mirina terorîstê DIŞIê ev bûyer ti zirareke canî li pey nebûye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin