Ji Holê bo Nînewayê tên veguhastin.
Serokê komîteya herêm û parêzgehan ya parlementoya Îraqê Şîrwan Duberdanî ragihand ku zaniyarî destê me gehêştine ku hin alî û derdor hewl bo veguhastina kesûkarên terorîstên DIŞIê li kempa Hol bo deşta Nînewayê didin.
Duberdanî eşkere kiriye ku li gor zaniyariyên ku di destê wan dene hewl tê dayîn ku zêdetir ji 100 malbetên kesûkarên DIŞIiyan ji kempa Hol bo deşta Nînewayê werin veguhastin.
Nav hatî eşkere kiriye ku ev aliyên ku dixwazên wan malbetan veguhêzên, dixwazin wan li kempa Cede ya li Başûrê Mûsilê bicîh bikin.
Ev parlementer diyar kiriye ku ev pêngava han dibe metirsiyeke gelek mezin bo ser rewşa ewlekariya deverê û berpirsiyartiya vê yekê jî dikeve stuyê hikûmeta fedralî.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin