Bo rûbirû bûna mûşkên Îran û Koreya Bakûr amade dike.
Li gor raporteke tîma xemlandinê ya ser bi wezareta berevaniya Amerîkayê, Amerîka amadekarî bo dabîn kirina bûdceyeke 18 miliyar dolarî dike bo pere pêdana pergala antî mûşekî û piştîvanî kirina pergala nû ya berevaniya mûşekî.
Wezareta berevanî eşkere kiriye ku armanc ji vê pêngava han amadekirina pergaleke nû ya berevaniya mûşekiye bo rûbirû bûna mûşekên ku ji aliyê Îran û Koreya Bakûr ve têne avêtin.
Li gor raporta han du kompaniyên pîşesaziya berevanî yên Amerîkayê 13 miliyar dolar pere distînin bo pere pêdana pergala berevaniya mûşekî.
Ev du kompaniyên Amerîkî vê 31 pergalên radar û 10 pergalên berevaniya mûşekî amade dikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin