Bi metirsîdartirîn cureya Koronayê tê nasîn.
Cureya nû ya Koronayê yaku li Hindistanê derketiye û jê re Koronaya Hindî tê gotin û bi metirsîdartirîn cureya Koronayê tê nasîn, bilez li seraserê cîhanê belav dibe.
Di vê derbarê de saziya tendirostiya cîhanî ( WHO) huşdarî daye û ragihandiye ku niha Koronaya nû ya cureya Hindî li 17 welatên cîhanê weke Amerîka, Brîtanya û çend welatên din belav bûye.
WHO daxwaz ji aliyên têkildar kiriye daku rêkarên tendirostî yên xweparêziyê baştir bikin û pêşî ji belav bûna bilez ya cureya nû ya Koronaya Hindî bigirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin