Dema dubare destpê kirina firînan ne diyare.
Hikûmeta Îraqê ragihandiye ku jiber belav bûna cureyeke nû ya metirsîdar ya Koronayê yaku bi Koronaya Hindî tê nasîn, biryar daye daku tevahiya firînên asmanî yên ji Îraqê bo Hindistanê ji roja 27ê Nîsanê ve bo demeke nediyar werin ragirtin.
Hikûmeta Îraqê eşkere kiriye ku nabe ji 27ê Nîsanê pêve, ti welatiyeke Îraqî serdana Hindistanê bike û nabe kesek jî ji Hindistanê vegere Îraqê.
Di daxuyaniya hikûmetê de ev yek hatiye destnîşankirin ku ev biryara han bo parastina selametiya welatiyane û lazime welatî jî pêbendî rêkarên tendirostî bin.
Weke tê zanîn duhê hat ragihandine ku koronaya Hindî li parêzgeha Zîqarê ya Îraqê hatiye tomarkirin lê pişt re wezareta tendirostî ya Îraqê ev yek red kiribû.
Weke tê zanîn jiber belav bûna cureya nû ya metirsîdar ya Koronayê li Hindistanê rojane zêdetir ji 340 hezar kesan bi Koronayê dikevin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin