Mistefa Kazimî: Emê biryarên giran bidin

dibêje lazime wezîr bi awayeke meydanî kar bikin.
کوردستان TV
100%

 

Dibêje kar û xebatên wezîran dinirxînin.

Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî ragihand ku vê civata wezîran li benda raportên çavdêriyê ye û dema raport hat amadekirin vê civata wezîran tevahiya xalên raportê cîhbicîh bikin.

Kazimî eşkere kiriye ku nirxandin bo kar û xebatên tevahiya wezîran bike û biryarên giran jî derbarê wezîran de bide.

Kazimî ji wezîran re gotiye ku lazime wezîr ji nivîsîngehên xwe derkevin, bikevin nava xelkê û bi awayeke meydanî kar bikin û guhê bidin daxwaz û kêşeyên welatiyan û daxwazên wan cîhbicîh bikin.

Nav hatî tekez li ser vê yekê kiriye ku armanca wan ya serekî xizmet kirina xelkê Îraqê û serrast kirina rewşa welate.

Serokwezîrê Îraqê ferman bi wezareta navxwe û aliyên têkildar kiriye ku bi tundî li hember wan kes û aliyên ku asayîşa navxweyî ya Îraqê û jiyana welatiyan dixin metirsî tev bigerin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.