3 hezar û 400 vaksînin.
Di çarçoveya hewldanên hikûmetê de yên bo dabîn kirina vaksîna dijî Koronayê, îro karwaneke din ya vaksînan ku ji 3 hezar û 400 vaksînan pêk hatiye gehêşte Hewlêrê.
Biryare sibê sêşem ev vaksînên han di navendên tendirostî de yên bo lêdana vaksîna Koronayê, amadebin û li ser welatiyan werin dabeşkirin.
Wezareta tendirostî jî diyar kiriye ev kesên ku beriya niha bi rêya onlîne navên xwe tomar kirine û ji wan re name hatiye şandin, dikarin serdana navendên taybet bikin û xwe vaksîne bikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin