Amûr û alawên xwe yên leşkerî ji Efxanistanê der dixe.
Piştî ku Serokê Amerîkayê Jeo Biden ferman bi wezareta berevanî ya Amerîkay kir ku di meha Îlona 2021an de hêzên xwe ji Efxanistanê vekêşe, wezareta berevanî ya Amerîkayê jî dest bi amadekariyên hewce bo vê yekê kir.
Li gor jêderên nûçeyan, artêşa Amerîkayê hêdî hêdî dest bi amadekariyan bo vekêşînê ji Efxanistanê kiriye û weke gava yekem vê artêşa Amerîkayê, alaw û amûrên xwe yên leşkerî ji Efxanistanê veguhêze devera Kendavê û pişt re jî di Îlonê de dest bi vekêşîna leşkerên xwe bike.
Niha li Efxanistanê nêzî 3 hezar leşkerên Amerîkî hene û tê gotin ku vekêşîna wan leşkeran vê di nava çend hefteyan de bi dawî bibe.
Ji aliyeke din ve her di heman çarçoveyê de duhê çapemeniya Amerîkayê belav kir ku Amerîka keştiyeke cengî yaku balefirên B52 jî têdene bo piştîvanî kirina prosesa vekêşînê û berevanî kirin ji hêzên Amerîkî di dema vekêşînê de, şandiye kendavê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin