Li ser bûyera agir berbûnê dicive.
Serokatiya Parlementoya Îraqê daxwaz ji tevahiya parlementerên Îraqê kiriye daku roja duşemê beşdarî di civîna bilez ya Parlementoyê de bikin.
Serokatiya Parlementoya Îraqê diyar kiriye ku di civîna sibê duşemê de vê nîqaş li ser bûyera agirberbûnê di nexweşxaneya Ebnî Xetîb ya Bexdayê were kirin û pişt re jî komîteyek bo lêkolînê kirin li ser bûyerê were damezrandin.
Weke tê zanîn duhê bişev agir bi nexweşxaneyê ketibê û di destpêkê de hate gotin ku herî kêm 27 kes canê xwe ji dest dane lê îro hate ragihandin ku hijmara kesên ku canê xwe ji dest dane zêdetir ji 30 kesane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin